Rayedarên Spanyayî, li bajarê Reûs ê herêma Katalonyayê, eletkrîka xaniyê jineke teqawît a 81 salî, ji ber nekarîbû fatûreyê bide, birî bûn. Vê jina pîr li ser vê yekê find li mala xwe vêxist, ji bo hundir ronî bike. Lê belê ji ber vê yekê şewat bi xanî ket û jiyana xwe ji dest da. Bi deh hezaran kes daketin qadan û bi xwepêşandanan ev rewş şermezar kirin.
Çalakger li 20 bajaran herikîn kolanan û li dijî şîrketên enerjiyê ku wan weke 'çavbirçî' bi nav dikin, şermezar kirin.
Lîderê partiya mûxalefetê ya çep Podemos Pablo Îglesîas li xwepêşandanên protestoyî axivî û destnîşan kir, li Spanyayê ku çaremîn mezintirîn aboriya Herêma Euro ye, nayê qebûlkirin mirov bibin qurbanê hêrsa qezencê ya şîrketên enerjiyê. Îglesîas da xuyakirin, ku şîrketên enerjiyê yên di asteke sosret de pereyan mûçeyan didin rêveberên xwe, elektrîka mirovên xizan û extiyar dibire. Îglesîas ev yek bi tundî rexne kir.
Çalakiya li paytext Madrîdê li ber şîrketa bi navê Gas Natûral Fenosa hate lidarxistin û dirûşma "Ev ne mirin e, ev kuştin e" hat qîrîn.
Li gorî lêkolîna ji aliyê weqfeke hawirdorê ya bi navê ACA ve hat weşandin, li Spanyayê her sal zêdeyî 8 hezar kes ji ber qutkirina gaz û elektrîkê ya ji ber fatûrayên nehatine dayîn, jiyana xwe ji dest didin.