Trûmp ji Peymana Avhewayê re 'vekirî' ye

Donald Trûmp, ku di kampanya xwe ya hilbijartinê de soza bicihneanîna Peymana Avhewayê da, ku welatê wî jî mora xwe danîbû binî, eşkere kir ku ew ji peymanê re 'vekirî' ye.

Donald Trûmp ê di hilbijartinên 8'ê Mijdarê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de weke serokê 45. hate hilbijartin, ji ber zextên ji civaka navneteweyî tê, nîşaneyên nermbûnê dide.

Peymana di Konferansa Avhewayê COP21 de li Parîsê hatibû qebûlkirin, ji aliyê rêveberiya Obama ve hatibû erêkirin. Li gorî vê peymanê, germahiya global di guhertina avhewayê de xwedî bandoreke mezin e, lewma divê pêşî lê bê girtin. Lê belê Donald Trûmp û Partiay Komargeran li ber vê peymanê rabû bûn.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji yek ji pênc parên gaza rê li ber germahiya global vedike, berpirsyar e. Lewma nêzîkatiya rêveberiya nû ya DYA li vê mijarê girîng e. Trûmp da xuyakirin, ku ew ê di sozên xwe yên beriya niha da bû de, israr neke.

Donald Trûmp ji New York Times re axivî û anî ziman, ku ew Peymana Avhewayê 'ji nêz ve lêkolîn dike'. Trûmp diyar kir, ew ji peymanê re 'vekirî' ye. Trûmp qebûl kir, ku di navbera guhertina avhewayê û mirovahiyê de têkiliyek heye û îdîa kir, ku divê maliyeta aborî ya vê peymanê ji nû ve were nirxandin.