Xwecihiyên Brezîlyayê ji ber dagirkeriyê avêtin ser avahiya Kongreyê
Bi sedan xwecihiyên Brezîlyayê, ji ber ku cih û warên wan hatine dagirkirin, avêtin ser avahiya Kongreya Federal a li paytext Brasîlîayê.
Bi sedan xwecihiyên Brezîlyayê, ji ber ku cih û warên wan hatine dagirkirin, avêtin ser avahiya Kongreya Federal a li paytext Brasîlîayê.
Bi qasî 300 xwecihiyên Brezîlyayê, ji bo sînorê axa wan bê destnîşankirin û dawî li dagirkeriyê bê anîn, ketin hundirê avahiya Kongreyê. Çalakgerên xwecihî bi tîr û kevanê ji benda ewlekariyê ya li avahiya Kongreyê derbas bûn û ketin hundirê avahiyê.
Polîsan bi bombeyên gazê dest li çalakgeran werdan û ew derxistin derve.
Li Brezîlyayê herêmên bi sedan kabîleyên xwecihî yên Brezîlyayê, ji bo çandiniyê tên dagirkirin. Li gelek herêmên daristanên Amazonê jî bendav hatine çêkirin û ev bendav gefê li qadên jiyanê yên xwecihiyan dixwin.
Ji ber dagirkeriyê gelek kabîle tine bûn. Li vî welatî, bi qanûnên nû re pêşî li razemeniya şîrketên biyanî jî hat vekirin.