Li Yemenê agirbesta 48 saetan

Li yemen a ku di şerê navxweyî de nêzî 7 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, Koalîsyona Ereb a di pêşangitya Siûdî Erebîstan ku bûye sedemê qetilkirina bi hezaran kesan, agirbesta 48 saetan qebûl kir.

Daxwaza biryara agirbestê ya ku di însaytîfa Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Jon Kerry de ya nava hefteyê, ji aliyê Serokê Dewletê Abdrabdo Mansûr Hadî yê ku Sûdî piştgirî dike û alîgirê wê ve hatibû er ê kirin.

Agirbesta ku wê vê sibehê bikeve meryetê û wê sibehê jî fermî destpê bike tê hedefkirin ku hevdîtinên aştiyê destpê bikin. Lê di nava 20 mehan de heta niha di 6 agirbestên ku hatin îlankirin de hemû hewldanên şatiyê bêencam bûne.

Ji meha Adara 2015’an û vir ve di encama bomberdûmana Koalîsyona Ereba a ku di pêşengtiya Siûdî Erebîstan de û piştgiriyê dide Hikûmeta Mansûr Hadî ku li dijî Milîsên Şiiyên Hûsî şer dikin, bi sedan zarok jî di nav de bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Di şerê navxweyî de herî kêm 7 hezar kes jiyana xwe ji destdane, 3 milyon kes jî ji cih û warê xwe birine.