Nîvê windayên li Kolombiyayê di navbera salên 1995-2006'an de rû da

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Navenda Bîra Dîrokî ya Neteweyî (CNMH) ve hatin weşandin, li Kolombiyayê di nava 45 salan de serê 8 saetan kesek winda bû. Ji piraniya van bûyerên windayan komên paramîlîter û dewlet berpirsyar tên dîtin.

Zêdeyî nîvê windayan, di navbera salên 1995-2006'an de rû da, ku hingî komên paramîlîter bi bandor bûn.

Li gorî rapora CNMH a li ser windayên di navbera salên 1970-2015'an de rû da, di nava 45 salên şerê navxweyî de 60 hezar 630 kes winda bûn.

Di vê raporê de, ku wê îro li paytexta Bagotayê bi rengekî berfireh were ragihandin, hat ragihandin ku di şerê navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê û artêşê de, mirov bi giranî piştî salên 1970'ê winda bûne. Rapor balê dikişîne ser polîtîkaya windakirinê ya dewletê û komên paramîlîter ên rastgir, ku li dijî milîtanên çep û şoreşger dimeşand û hat îdîa kirin, FARC'ê jî bi giranî berê xwe dida bazirganan.

Li gorî rapora CNMH, bûyerên windakirinê yên nava şerê navxweyî, di navbera salên 1995-2006'an de gelekî zêde bû. Di vê demê de ku weke 'periyoda herî krîtîk' tê binavkirin, 32 hezar 422 kes hatin windakirin û ji windakirina 12 hezar 500 kesî, komên paramîlîter ên rastgir berpirsyar hatin nîşandan. Ji 5 hezar 800 windayan gerîlayên FARC'ê berpirsyar tê dîtin, ji 2 hezar 900 kesî çeteyên gunehan û ji 2 hezar 300 kesî jî dewleta Kolombiyayê berpirsyar tên nîşandan.

Wekî din, li gorî raporê piraniya kesên hatine windakirin gundî, sendîkavan, mirovên bê mal û bazirgan in.

Di raporê de hat destnîşankirin, komên paramîlîter ên rastgir berpirsyarê piraniya bûyerên windakirinê yên ji sala 1995'an heta sala 2006'an e.

Di şerê navbera gerîlayên FAR'ê û artêşê de, ku di sala 1964'an de dest pê kir, tê texmînkirin ku ji 220 hezarî heta 260 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Piştî peymaneke aştiyê, ku di 2'ê Cotmehê de bi referandûmê hat redkirin, muzakereyan ji nû ve dest pê kiribûn.