Rastgiriya Fransayê namzeta/ê xwe diyar dike: Sarkozy ji pêşbirkê ket

Li Fransayê, hêzên rastgir ji bo namzeta/ê xwe yên serokkomariyê diyar bikin, pêşhilbijartin kirin.

Di tûra destpêkê de ku hilbijartin ji bo diyarkirina namzeta/ê serokkomariyê hat kirin, 4 mîlyon hilbijêr çûn ser sindoqan.

Li gorî encamên destpêkê, ji namzetan Françoîs Fîllon ji sedî 44.1 ê dengan girt û bû yekemîn. Alaîn Jûppe jî bi rêjeya ji sedî 28.4 ê dengan bû duyemîn, Nîcolas Sarkozy bi rêjeya ji sedî 20.7'an bû sêyemîn. 

Tûra duyemîn a pêşhilbijartinê wê roja Yekşemê di navbera Françoîs Fîllon û Alaîn Jûppe de bê kirin.

Li gorî anketek di dema dengdanê de hat kirin, ji sedî 56 ê hilbijêran wê di tûra duyemîn de Fîllon hilbijêrin. Di anketa Opînîonway de jî rêjeya Jûppe ji sedî 44 derket derket.

Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy ku di tûra yekemîn de têk çû û xwe vekişand, têkçûna xwe qebûl kir û ragihand, ew ê di tûra duyemîn de destekê bide Françoîs Fîllon.