4 kes li Strasboûrgê hatin binçavkirin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di operasyonekê de 4 kes hatin binçavkirin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di operasyonekê de 4 kes hatin binçavkirin.
Operasyon ji aliyê polîsên ser bi Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Navxweyî ve hat meşandin. Li gorî medya Fransayê, çavkaniyekî nêzî lêpirsînê got, "Delîlên cidî, ev binçavkirin ferz dikir."
Hat ragihandin, operasyon di çarçoveya lêpirsîna antî terorê ya beriya niha bi çend rojan hat destpêkirin, pêk hat. Li ser operasyonê agahiyeke berfireh nehat dayîn.
Nêzî du sal in koma li dijî mirovahiyê DAIŞ êrîşî Fransayê dike. Di êrîşa Mijdara 2015'an de 130 kes, di êrîşa Tîrmeha 2016'an de li Nîce 86 kes hatibûn kuştin.