Hilbijêrên rastgir ên li Fransayê wê namzeta/ê xwe yê serokkomariyê diyar bikin

Partiyên rastgir û mûxafazakar ên li Fransayê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên di meha Nîsanê de pêk werin, îro dest bi tûra destpêkê ya pêşhilbijartina namzeta/ê xwe dikin.

Di nava van partiyên rastgir de 7 namzet ji bo bin namzetê serokkomariyê li ber xwe didin, ku yek jê Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy ye. Tê payîn bi mîlyonan mirov li zêdeyî 10 hezar sindoqên li gelemperiya welêt werin danîn, dengê xwe ji bo diyarkirina namzet, bi kar bînin.

Pêşhilbijart wê saet di navbera 08:00-19:00 de pêk were û kesên dixwazin dengê xwe bi kar bînin, divê 2 Euro alîkariyê bidin. Ji bo pêşhilbijartinê li Parîsê 350, li Marsîlyayê 110 û li Lyonê jî 100 buroyên hilbjiartinê hatin avakirin.

Welatiyên Fransayê yên li derveyî welat in, wê karibin bi rêya elektronîk dengê xwe bi kar bînin.

Tevî Serokkomarê berê Nîcolas Sarkoyz, Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon, Şaredarê Bordeaûxê û Wezîrê Karên Derve yê berê Alaîn Jûppe, Jean Françoîs Cope, Nathalîe Koscîûsko-MorÎzet, Brûno Le Maîre û Jean Frederîc Poîsson jî di nava namzetên rastgir de cih digirin.

Di tûra destpêkê ya pêşhilbijartinê de eger namzetek ji sedî 50 ê dengan negire, wê du namzetên herî zêde deng girtine ji tûra duyemîn re bimînin. Şensê Jûppe, Fîllon û Sarkozy ê mayîna li tûra duyemîn, li gorî namzetên din zêdetir xuya dike.

Li eniya çep jî, ku namzetiya Françoîs Hollande hê bi rengekî fermî nehatiye eşkerekirin, namzetê herî zêde derdikeve pêş endamê Partiya Çep (PG) ê li mûxalefetê Jean Lûc Mêlenchon e. Tê payîn ku di tûra destpêkê ya hilbijartinên Nîsana 2017'an de namzeta rastgir Marîne Le Pen bibe yekemîn. Di tûra duyemîn de jî, tê payîn ku li dijî Le Pen namzetekeî din ê partiyên rastgir an jî namzetekî xurt ê çep, bi ser bikeve.