Merkel ji bo cara çaremîn bibe serokwezîr, bû namzet

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, ji bo cara çaremîn bibe serokwezîr bi awayekî fermî ragihand, ku ew namzet e.

Merkel piştî civîneke partiya xwe ya mûxafazakar CDU, daxuyaniyek da û namzetiya xwe eşkere kir.

Tê payîn, hilbijartinên giştî yên li Elmanyayê di Îlon an jî Cotmeha 2017'an de pêk were. Merkel li dijî populîzma zêde bûye 'têkoşîna parastina nirxên demokratîk' û 'şêweyên jiyana xwe' weke xalên bingehîn ên bernameya xwe diyar kir.

Merkel a 64 salî, ji sala 2005'an û vir ve li Elmanyayê li desthilatdariyê ye. Li gorî anketan, di hilbijartinên 2017'an de Merkel hê jî namzeta favorî ye û bi dengekî zêde li pêş e.