Obama biryar da ku li Arktikê petrol neyê derxistin

Obamayê ku di meha Çileyê de erka xwe ji Trump re bihêle, biryar da ku li Arktikê betrolê dernexin.

Biryara ku wê di davbera salên 2017-2022’an de derbas bibe, ji aliyê rêveberên avhewa û xwezayê yê Trump ve nirxandinên erênî hatin dayîn.

Di daxyaniya hikûmeta DYA de hat diyarkirin ku di derya Chukch û Beaufort a ku dikeve Bakûrê Eyaleta Alaska ya Kutuba Bakûr(Arktîk) destura lêgerîna petrolê heta 5 salan hatiye rawestandin.DYA daxuyakirin ku ji bo lêgerina petrolê destûr tenê ji bo Kendava Meksîkayê derbasdare.

Hikûmetê sedema destûrnedayîna lêgerîna petrolê, ji bo ekosîstema xwezayê xiranebe û petrola ku di rezerva de zêde bala saziyên pîşesaziyê nakişine, wek hincet nîşan da.

Senatoya DYA a ku piraniya wê di destê komarparêzan de ye jî, serokê senatoyê yê Komarparêz Paul Ryan diyarkir ku ev biryar bibe sedemê pêşneketina polîtikayên me yên li ser enerjiyê.

Di daneyên ku heta naha li ser Arktîkê hate kirin de, tê diyarkirin herî kêm rezerva 27 mîlyon bîdon petrol heye.