Li Kolombiyayê, sibe peymana nû ya aştiyê tê îmzekirin
Peymana nû ya aştiyê, ku li Kolombiyayê di navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmetê de tê amadekirin, sibe tê îmzekirin.
Peymana nû ya aştiyê, ku li Kolombiyayê di navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmetê de tê amadekirin, sibe tê îmzekirin.
Li gorî daxuyaniya heyetên muzakereyê yên hikûmetê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger li Kolombiyayê (FARC), peymana aştiyê ku piştî referandûma 2'ê Cotmehê ji nû ve hate nirxandin, sibe saet di 11'an de wê were îmzekirin.
Peyman wê li avahiya Teatro de Crîstobal Colon a li paytext Bagotayê were îmzekirin. Piştre, ji bo erêkirinê wê pêşkêşî Kongreya Komarê were kirin, ku kongre organa qanûndanînê ye.
Danûstandinên navbera heyeta FARC'ê û heyeta hikûmetê ya bi serokatiya Serokdewlet Jûan Manûel Santos, di sala 2012'an de li paytexta Kuba Havanayê hatibûn destpêkirin. Peymana aştiyê ya destpêkê, ku di 26'ê Îlonê de hat îmzekirin, di referandûma tevlîbûneke hindik de, bi encameke kêm hatibû redkirin.