Rakirina astengiyên li pêşiya enerjiya dikare bê nûkirin, wê rê li ber hilberîneke xurt veke

Li gorî rapora dawî ya Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), eleqeya ji bo cureyên enerjiya dikare bê nûkirin, sal bi sal zêde dibe. Bi taybetî di santralên rojê û ba de gavên girîng tên avêtin.

Li gorî daneyên 2015’an ên ji aliyê IEA ve hatin weşandin, zêdebûna razemeniya li ser enerjiya dikare were nûkirin, wê heta sala 2021’an bi rêjeya ji sedî 42 zêdetir bibe. Li gorî vê yekê, di navbera salên 2016-2021’ê de wê razemeniyên li ser enerjiya dikare were nûkirin a ji kapasîteya 825 gîgawatt a elektrîkê bikevin meriyetê.

Di raporê de hat ragihandin, para enerjiya dikare were nûkirin a di hilberîna elektrîka giştî de, di sala 2015’an de ji sedî 23 bû û ev dikare di sala 2021’ê de bigihêje ji sedî 28’an. Di raporê de hat gotin, elektrîka di sala 2021’ê de ji çavkaniyên enerjiya dikare were nûkirin bê bidestxistin, wê bi qasî hilberîna elektrîka li temamiya DYA û Yekîtiya Ewropayê be.

MALIYETA ENERJIYA ROJÊ Û BA WÊ KÊM BIBE

Maliyeta enerjiya dikare were nûkirin, di rewşa heyî de li gorî cureyên enerjiyê yên klasîk petrol, gaz an jî komirê ku zerareke cidî didin atmosferê zêde ye. Lê ev maliyet wê kêm bibe. Li gorî vê yekê, maliyeta hilberîna elektrîka ji enerjiya rojê, wê heta sala 2021’ê ji sedî 25, a ji turbînên ba jî ji sedî 15 kêm bibe.

Aliyekî din ê di rapora IEA de balê dikişîne, pêwîstiya rakirina astengiyên li pêşiya enerjiya dikare were nûkirin e. Li gorî vê yekê, li gelek welatên weke Çîn, Başûrê Afrîka û Japonyayê di entegrasyona tevna elektrîkê de zehmetî hene. Li gelek welatên pêşketî jî ji ber ku di fînansmana vê elektrîkê de zehmetî heye, hilberîn zêde nabe.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku piraniya van astengiyan bi mekanîzmayên biryarê yên siyasî ve girêdayî ne û hat ragihandin, eger ev astengî werin rakirin wê razemeniya li vê enerjiyê her sal bi 200 gîgwattê karibe zêde bibe.

Li gorî IEA hilberîna elektrîka ji çavkania enerjiya dikare were nûkirin di sala 2015’an de 153 gîgawatt e. Li gorî sala 2014’an bi rêjeya ji sedî 15’an zêde bû.