Daraz Serokê Parlamentoya Katalonyayê dişopîne

Giliyê Serokê Parlamentoya Herêmê yê li gel serexwebûna Katalonyayê li daraza Spanyayê hate kirin.

Spanya ku naxwaze Katalonyayê ji dest bide ku beşekî mezin ê gelê wê alîgirê serxwebûnê ne, bi her cure rêbazan hewl dide ku alîgirê azadiyê bipirnisîne.

Alîgirên serxwebûnê ku di hilbijartina Îlonê ya 2015’an de li Parlamentoya Katalonyayê gihaştibûn piranîbûnê, nexşerêyek amade kiribûn bi mebesta ku herêm heta 2017’an ji serxwebûnê re amade be. Hate ragihandin, ji hêla Dadgeha Bilind a Katalonya ve giliyê Serokê Parlamentoya Herêmê Carme Forcadell hate kirin bi hinceta ku li pêş nexşerêyê nebûye asteng.

Dadgeha ku giliyê Seroktiya Cameweriyê nirxand, got, hêmana sûc de ku biryareke beriye niha ji hêla Dadgeha Destûrê ve hatiye girtin, Forcadell bibe dengdana Parlamentoya Katalonyayê.

Serokê berê yên Herêmê Artur Mas jî ku alîgirê serxwebûna Katalonyayê ye, 2014’an ji ber ku referandûmek pêk aniye, ketiye ber şopandina darazê. Li gel ku Dadgeha Destûrê ya Spanyayê referandûma serxwebûnê betal kiribû jî, Mas ji biryara xwe paş ve gav neavêtibû û di referandûma alternatîf de piraniya gel serxwebûn xwestibû.