Di êrîşa li dijî Akademiya Polîsan a li bajarê Kûveyte ya li wîlayeta Belûcîstan a li sînorê Îran û Pakîstanê de, ji aliyê 3 kesan ve hate lidarxistin. Rêveberên polîsan diyar kirin ku 2 êrîşkaran xwe di nava xwendekaran de teqandin û yê sêyem jî ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
Wezîrê Karê Hindir ê Belûcîstanê Saraf Bûgît diyar kir ku şerê ku li Akademiyê hate kirin heta serê sibehê dewam kiriye. Êrîşkarên ku ketin cihê razanê yên xwendekaran, gule li polîsên ku razayî bûn reşandin. Wezîrê Karê Hindir destnîşan kir ku êrîş dibe ku ji aliyê milîsên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê hatibe lidarxistin yan jî DAIŞ’ê bi xwe kiribe.
Piştî êrîşê serçeteyekî DAIŞ’ê bi rêya telefonê li rojnamevanekî yê Pakîstanî geriyaye û wiha gotiye: “Di demekî nêzîk de em ê bibin xofa hikûmeta Pakîstanê.’