Li Qatarê qirkirina karkeran

Li Qatarê, bi sedan karkerên ji bo çêkirina Stasyûmên Kûpa Cîhanê ya 2022'an mîna koleyan li înşaetan hatin xebitandin, jiyana xwe ji dest dan. Lê Qatar bi rengekî fermî tenê mirina karkerekî qebûl dike.

Komîteya ku Kûpa Cîhanê ya 2022'an organîze dike got, "Em mirina karkerekî ya li şantiyeyên xwe, bi xemgînî radigihînin."

Hat ragihandin, qezaya rê li ber mirinê vekir li şantiya Stadyûma El Wakra sibeha Şemiyê rû da. Nasnameya karkerê jiyana xwe ji dest da nehat eşkerekirin. Komîteyê da xuyakirin, ku ji bo diyarkirina sedemên rê li ber mirinê vekirine, lêpirsîn tê meşandin.

Ji ber şert û mercên xebitandina karkeran li şantiyeyên Kûpa Cîhanê, Qatar tê rexnekirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê, kesên di vê mijarê de Qatarê rexne dikin dibêjin 1.200 karker li van şantiyeyan mirine. Fikar hene ku heta sala 2022'an 4 hezar karker jiyana xwe ji dest bidin. Qatar jî van sûcdariyan red dike.

Li welatê biçûk ê kendavê Qatarê 1.6 mîlyon karkerên biyanî hene. Hejmara karkerên li şantiyeyên stadyûmên Kûpa Cîhanê dixebitin, tê gotin ku wê di sala 2018'an de bigihêje 36 hezarî. Qatarê di sala 2014'an de soz dabû ku wê mercên xebitandinê baş bike. Lê belê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de gelek rêxistinên parêzvanên mafên mirovan dibêjin, ev daxuyanî ji bo xapandinê ye.