WEF: Ji bo wekheviya hatineya jin-mêr pêwîstî bi 170 salan heye

Li gorî rapora Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) a li bajarokê Cologny ê Swîsreyê li ser wekheviya hatineya jin û mêr hat amadekirin, eger şert û mercên heyî bidomin, wê piştî 170 salan hatineyên jin û mêr weke hev bibin.

Tê texmînkirin, li gelek herêmên cuda yên cîhanê, wekheviya hatineya jin û mêr ji 50 heta hezar salî dikare bidome.

Rapor li ser daneyên 144 welatan hat amadekirin. Li gorî raporê, newekheviya aboriyê ya navbera jin û mêr, ji sedî 59 e. Ev yek jî, asta herî neyînî ya ji salên 2006 û 2008'an û vir ve nîşan dide.

Eger li dijî rewş û rêveçûna heyî hewldaneke cidî neyê kirin, wekheviya mûçeyên jin û mêr ancax di sala 2186'an de yanî piştî 170 salan pêk were.

Li gorî raporê, newekheviya mûçeyên jin û mêr herî kêm li Îzlanda, Norwêc û Swîsreyê ye. Mezintirîn welatê Yekîtiya Ewropa Elmanya jî di vî warî de di rêza 13. de ye. Li gorî raporê Fîlîpîn, Rûanda, Nîkaragûa û Bûrûndî jî li pêş Elmanya ne.

Newekheviya mûçeyên jin û mêr, wê li herêmên cuda yên cîhanê di nava demê cuda de dikare ji holê rabe. Li gorî vê yekê li rojavayê Ewropayê di nava 47 salan, li başûrê Asyayê jî di nava 3000 salan de ancax mûçeyên jin û mêr bibin yek.