Spîegel: 15'ê Tîrmehê xeyalên Neo Osmanî ji nû ve zindî kir

Di nivîsa bi sernavê "Xewna Împaratoriya Osmanî ya Erdogan" a Kovara Der Spîegel a Elman de, hat ragihandin, piştî 15'ê Tîrmehê 'xeyalên dagirkeriyê' yên Tayyîp Erdogan ji nû ve zindî bûne.

Nivîsa bi sernavê "Xewna Împaratoriya Osmanî ya Erdogan" di versiyona onlîne ya kovara Der Spîegel a Elman de cih girt. Di nivîsê de hat destnîşankirin, ku piştî 15'ê Tîrmehê xeyalên Erdogan ên ji bo dagirkirina beşek ji Yewnanîstan, Sûriye, Iraq û Başûrê Kurdistanê ji nû ve zindî bûne.

Di vê şîroveyê de hat destnîşankirin, ku Erdogan û hikûmeta wî, ji bo 'berjewendiyên neteweyî' ku timî qalê dikin, dibe ku serî li rêbaza şîdetê jî bidin û hat gotin, hewldana dagirkeriyê ya bi navê 'Mertala Firatê' nîşaneya vê yekê ye.

NEXŞEYÊN SALÊN 1920'Î TÊN NÎŞANDAN

Di şîrove nûçeyê de Kovarê diyar kir, ku Erdogan di dema dawî de gelek caran nîqaşên Misakî Mîlî dixe rojevê, medya civakî û qenalên mîna TRT jî, nexşeyê salên 1920'î nîşan didin. Hat bibîrxistin, ku alîgirên AKP'ê 'xewn û xeyalên xwe yên li ser axa mezin a berê' venaşêrin.

Spîegel di şîroveya xwe de da zanîn, ku heta sala 1920'î Heleb, Mûsil û herêmên bakur ên Sûriye û Iraqê di nava sînorên Osmanî de bû û diyar kir, Erdogan gelek caran dibêje 'li wan deveran berjewendiyên Tirkiyeyê hene'.

Di şîroveyê de hat bibîrxistin, Tirkiye ji bo pêşî li herêmeke Kurdan a yekbûyî ya li Sûriyeyê bigire, li dijî hêzên Kurd ên piştgiriyê ji DYA û Rûsyayê digirin, di meha Tebaxê de dest bi operasyonê kiriye û hat gotin, ev feraseta destwerdana leşkerî, tevî dijderketina Bexda û Washîngtonê, li dora Mûsilê hatiye dîtin.

TIRKIYE WÊ JI BO 'BERJEWENDIYÊN XWE' ŞÎDETÊ BI KAR BÎNE

Di şîroveyê de hat îdîakirin, ku Tirkiye ji bo 'berjewendiYên neteweyî' gelek caran ragihandiye ku amade ye şîdetê bi kar bîne û di vî warî de bal hat kişandin ser operasyona dagirkirinê ya bi navê 'Mertala Firatê'.

Der Spîegel da xuyakirin, ku Erdogan tevlî karê 'kîjan gel wê li Mûsilê bijîn' dibe û dixwaze bi tenê Ereb, Kurd û Tirkmenên sûnî li vê herêmê bijîn.

'DI 15'Ê TÎRMEHÊ DE XEYALÊN NEO OSMANÎ JI NÛ VE ZINDÎ BÛN'

Di nivîsê de feraseta AKP û Erdogan a ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir firsend, hat bibîrxistin û bi saya 15'ê Tîrmehê vê nêrînê belav dike: 'hêzên derve naxwazin Tirkiye bibe hêzeke herêmî; xwe li mezinbûna aboriyê ya salên dawî ranagirin an jÎ dixwazin welêt parçe bikin."

Der Spîegel destnîşan kir, ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ku Erdogan ji bo vê gotibû 'ev qenciya Xwedê ye', xeyalên 'Neo Osmanî' ji nû ve zindî kiriye û işaret bi nîqaşên li ser sîstema serokatiyê kir.