Artêşa Iraqê Tirkiye derewand: Di operasyonê de Tirkiye cih nagire
Artêşa Iraqê nûçeyên ku dibêjin yekîneyên artêşa Tirk tevlî nav Operasyona Mûsilê bûne derewand.
Artêşa Iraqê nûçeyên ku dibêjin yekîneyên artêşa Tirk tevlî nav Operasyona Mûsilê bûne derewand.
Fermandariya Operasyona Hevpar, daxuyaniyên ku dibêjin Tirkiye tevlî nav Operasyona Mûsilê bûye derewand.
Li gorî AFP’ê berdevkê navenda tevgera hevpar a Artêşa Iraqê daxuyanî da û diyar kir, di operasyonan de ti hêmanên Tirk nîn in.
Tirkiyê, duh îdîa kiribû ku wan bi hêmanên xwe yên leşkerî yên li baregeha Başîkayê destek daye hêzên pêşmergeyên ku di nav Operasyona Mûsilê de ne û bi topan li hedefên DAIŞ’ê yên derdora Mûsilê xistine. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim li ser pirsa nûçegihanan bê ka di rojên pêş de bi ser Mûsilê de wê operasyonekê bikin yan na, gotibû, ‘’Ev çiye? Ya ku tê kirin çiye?’’