Pûtîn: Ji bo Rojhilata Navîn 'Planeke Marshall' divê

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da xuyakirin, ku hilweşîna ji ber şer li Rojhilata Navîn rû daye, bi 'Planeke Marshall' a mîna dema piştî Duyemîn Şerê Cîhanê, dikare bê çareserkirin.

Pûtîn li bajarê Soçî di konferansekê de axivî û diyar kir, li welatên Sûriye, Iraq û Yemenê ji ber şerê navxweyî hilweşîneke gelekî mezin heye.

Pûtîn da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina vê rewşê pêwîstî bi 'bernameyeke kompleks û demdirêj' heye û ragihand, ev yek jî bi nûkirina projeyeke mîna Plana Marshall a ji aliyê DYA ve piştî Duyemîn Şerê Cîhanê hat meşandin, dikare pêk were. Plana Marshall, ji bo ji nû ve avakirina Ewropa ya piştî şer, planeke ji mîlyaran dolarî bû. Û di heman demê de ji bo astengkirina serdestiya Yekîtiya Sowyetan a li herêmê bû.

Vladîmîr Pûtîn di konferansa Soçî de bal kişand ser xalên ew bi DYA re li ser mijara Sûriyeyê li hev nakin û îdîa kir, ku rêveberiya Obama dixwaze hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê, pûç bike. Pûtîn da xuyakirin, ku Rûsyayê heta niha helwesteke tûj nîşan nedaye, lê belê rewşa heyî dikare bê guhertin.