Li Slovakyayê dewriyeyên nîjadperest ên li dijî Romenan hatin qedexekirin
‘Dewriyeyên Antî-Romen’ ên li Slokvayayê li dijî Romenan ji aliyê nîjadperestan ve ji bo kontrolên li seferên trenê hatin avakirin, ji aliyê parlamentê ve hatin qedexekirin.
‘Dewriyeyên Antî-Romen’ ên li Slokvayayê li dijî Romenan ji aliyê nîjadperestan ve ji bo kontrolên li seferên trenê hatin avakirin, ji aliyê parlamentê ve hatin qedexekirin.
Ev dewriyeyên di meha Nîsanê de ji aliyê endamên partiya nîjadperest a bi navê Slovakya Me Partiya Gel (LSNS) ve hatin avakirin, li dijî Romenan dest bi pêkanînên faşîst kiribûn. Vê gava partiya nîjadperest, ku di hilbijartinên meha Adarê de bi rêjeya ji sedî 8’an 14 ji 150 kursiyan bi dest xist, rê i ber fikaran vekiribû.
Li dijî van pêkanînên LSNS li Parlamenta Slovakyayê dengdan hat kirin. Pêşnûmeya hikûmetê ya ji bo qedexekirina dewriyeyên trenê yên li dijî Romenan dihat meşandin, hate qebûlkirin. Pêşnûmeya hikûmeta koalîsyonê ku Serokwezîrê Sosyal Demokrat Robert Fîco pêşengiyê jê re dike, bi 98 dengan hat qebûlkirin. Di dengdanê de 21 dengên ‘Na’ û 20 dengên ‘bê alî’ hatin bikaranîn.
Rêveberê Enstîtuya Karên Cemaweriyê (IVO) ya navenda xwe li Bratîslava ye Grîgorîj Meseznîkov piştî biryarê axivî û diyar kir, li dijî dewriyeyên dijberê Romenan ‘pêşketineke erênî’ rû daye. Meseznîkov destnîşan kir, ku ev dewriye ne karekî were qebûlkirin e.
Alîgirên LSNS, kuştina zarokekî 16 salî di 21’ê Adarê de ji aliyê Romenekî ve, weke hincet nîşan dan û ‘Dewriyeyên trenê yên Antî Romen’ ava kiribûn. Li Slovakyayê 5,4 mîlyon Romen hene û bi vî rengî ji sedî 8 heta 10’ê nifûsa vî welatî ne. Lê belê bi polîtîkayên nîjadperest her tim li derve tên hiştin.