Wezîrên Parastinê yên 13 welatan wê li Parîsê li ser DAIŞ'ê baxivin
Wezîrên Parastinê yên welatên rojavayî yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatiye avakirin, wê îro li Parîsê li hev rûnên.
Wezîrên Parastinê yên welatên rojavayî yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatiye avakirin, wê îro li Parîsê li hev rûnên.
Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Wezîrên Parastinê yên 13 ji welatên di nava koalîsyona dijî DAIŞ'ê de cih digirin, Îro li hev dicivin.
Wezîrê Parastinê ye Fransayê Jean-Yves Le Drîan malovaniyê ji vê civînê re dike. Tê payîn di vê civînê de desteka ji bo hêzên herêmî yên tevlî operasyona Mûsilê bûne, were nirxandin. Di civînê de wê li ser alîkariyên welatan agahî were dayîn.
Her wiha, ji bo pêşî li reva çeteyan a ber bi Reqqa û herêmên din ên Sûriyeyê were girtin, wê tedbîrên pêwîst werin nirxandin.
Nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Elmanya, Îtalya, Kanada, Brîtanya, Awûstralya, Zelanda Nû, Danîmarka, Norwêc, Hollanda, Belçîka û Spanya beşdarî civîna li Parîsê dibin.
Fransa ku malovaniyê ji vê civîna bilind re dike, bi israr dixwaze hedefa piştî operaysona Mûsilê, Reqqa be. Herî dawî Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls hefteya bihurî daxuyaniyek da bû û destnîşan kiribû ku di operasyon gengaz a li Reqqayê de divê Kurd bi taybetî hebin.