Di nava hefteyekê de 66 penaber li Derya Spî xeniqîn
Di nava hefteyekê de, ji penaberên hewl dan ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê 11 hezar hatin rizgarkirin. Lê herî kêm 66 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di nava hefteyekê de, ji penaberên hewl dan ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê 11 hezar hatin rizgarkirin. Lê herî kêm 66 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya yekîneya ewlekariya peravên Îtalyayê Gûardîa Costîera, duh bi qasî 2 hezar 200 penaber li peravên Lîbyayê hatin rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji penaberên bi 21 keştî yan jî botan bi rê ketin, cesedên 16 kesan hatin dîtin.
Li gorî daxuyaniyê, di hefteya bihurî de ji penaberên ji Lîbyayê bi rê ketin û berê xwe dan Îtalyayê 10 hezar hatin rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, 66 penaberan jiyana xwe ji dest dan.
Tevî yekîneyên ewlekariya peravên Îtalyayê, keştiyên gelek welatên Ewropayê jî li nava Derya Spî wezîfeyê dikin. Her wiha gelek saziyên civaka sivîl jî bi keştiyan hewl didin alîkariyê bidin xebatên rizgarkirinê.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka salê û vir ve zêdeyî 3 hezar 700 penaberên berê xwe dane Îtalyayê di deryayê de xeniqîne.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, 153 hezar penaber îsal hatin vî welatî.