Herêma Calaîsê dîsa tijî penaber dibe
Kampên li dora Calaîsê, ku penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin bi salan e bi kar tînin, tevî ku hatin valakirin jî, dîsa tijî penaber dibin.

Hatibû ragihandin, ji 6 hezar 400 penaberên li herêma nêzî Bendergeha Calaîsê û Tunela Manşê bûn, 6 hezar penaber ji roja Duşemê û vir ve li herêmên cuda yên Fransayê hatine bicihkirin.
Li gorî daxuyaniya Waliyê Pas-de-Calaîs Fabîenne Bûccîo, tevî ku transfer hate kirin jî, hin ji penaberên ji paytext Parîsê û bajarên din hatine, xwe gihandine Calaîsê. Bûccîo diyar kir, hin ji penaberên ji bo derbasî Brîtanyayê bibin hatine herêmê, ji Elmanyayê hatine û anî ziman, ev kes transferî wargehan nayên kirin.
Rêxistina Doktoran a Cîhanê, ku li Calaîsê dixebite, da xuyakirin ku berî polîsên Fransayê bên her3emê, bi qasî 2 heta 3 hezar penaber reviyane herêmên cuda. Rêxistinê diyar kir, hin ji van penaberan xwe li herêmên li derdorê girtine, hinek jî reviyane paytext Parîsê.
Li kampên demkî yên li vê herêma Calaîsê ku weke 'daristana hov (jûngle)' tê binavkirin, heta mehên dawiyê bi qasî 10 hezar penaber di nava şert û mercên ne însanî de dijiyan. Piştî biryara ji aliyê hikûmetê ve hat girtin, beşeke girîng a ji van penaberan transferî herêmên cuda yên welêt hatibûn kirin.