Rêjeya bêkaran a li Fransayê yekemcar kêm bû
Li Fransayê ku pirsgirêka bêkariyê ji sala 2008’an û vir ve nayê çareserkirin, di meha Îlonê de yekemcar di asteke cidî de rêjeya bêkariyê kêm bû.
Li Fransayê ku pirsgirêka bêkariyê ji sala 2008’an û vir ve nayê çareserkirin, di meha Îlonê de yekemcar di asteke cidî de rêjeya bêkariyê kêm bû.
Li vî welatî rêjeya mirovên bêkar ên bi temamî yan jî bi nîv wextê bêkar in, 6,2 mîlyon e. Lê di çaryeka destpêkê ya vê salê de, rêjeya bêkariyê kêm bû.
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Peydakirina Kar û Karkeran (Pole Emploî) ya ser bi Wezareta Kar a Fransayê, di meha Îlonê de hejmara bêkaran bi qasî 67 hezaran kêm bû û daket 3 mîlyon 746 hezar kesî.
Hejmara bêkarên bi nîv wextê dixebitin, tevî ku 28 hezar zêde bû jî, hejmara bêkaran a li hemû kategoriyan bi 39 hezaran kêm bû. Li Fransa û herêmên wê yên li aliyê din ê deryayî, hejmara bêkaran, tevî yên bi nîv wextê dixebitin hê jî 6,2 mîlyon e.
Li gorî daneyên wezaretê, di çaryeka destpêkê ya sala 2016’an de rêjeya bêkariyê kêm bû. Hat ragihandin, ji 1’ê Çileyê û vir ve hejmara bêkaran bi 90 hezarî kêm bû. Heta dawiya salê jî çav li rê ye ku ev kêmbûn bigihêje 123 hezarî.
Li Fransayê, ji sala 2008’an û vir ve bêkarî her zêde dibû.