Şewba kolera gefê li Haîtî dixwe, lê NY xwe kerr dike

Ji nûnerên taybet Davîd Nabarro ku li ser navê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Haîtî dixebite, bal kişand ser şewba kolera ku piştî felaketa bahozê ya li vî welatî der bû û got, ji bo têkoşîna li dijî vê şewbê, alîkariya malî nayê kirin.

Nabarro da xuyakirin, ji ber şewba kolera ku bandorê li sed hezaran kesî dike, pêwîstiya malbatan bi alîkariyê heye û ragihand, wan nekarîne 200 mîlyon dolarên pêwîst peyda bikin.

Nûnerê NY diyar kir, ji bo têkoşîna li dijî kolera, divê saziyên tenduristiyê yên herêmî werin xurtkirin û ji bo vê jî pêwîstî bi 200 mîlyon dolarên din hene. Nûner destnîşan kir, ku herî kêm 40 mîlyon ji vî pereyî, divê heta dawiya sala 2017'an bê peydakirin.

Li Haîtî, piştî erdheja sala 2010'an, leşkerên Nepalî yên di nava Mîsyona NY a bi navê Mînûstahê de cih digirtin, ji herêmê re hatin şandin û ji ber ku vîrûsa kolera bi van leşkeran re hebû, nexweşî belav bû. Ji ber vê şewbê 9 hezar 300 kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Piştî bahoza Matthewê ya nava vê mehê, ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, fikar hene şewb ji nû ve belav bibe.