Tê gotin sînyalên radyo ji fezayê hatine
Piştî ku di meha Tebaxê de li Rûsyayê hat îdîakirin 'sînyaleke xurt a radyo' ji fezayê hatiye, îdîayeke din a bi heman rengî ket rojevê.
Piştî ku di meha Tebaxê de li Rûsyayê hat îdîakirin 'sînyaleke xurt a radyo' ji fezayê hatiye, îdîayeke din a bi heman rengî ket rojevê.
Rojnameya Îndependent bal kişand ser gotarek li kovara bi navê Astronomical Society of the Pacific hat weşandin û ragihand, gelek sînyal hene ku nîşan didin; dibe ku li fezayê jiyan hebe. Zanyarên ku 2,5 mîlyon sîstemên stêrkan dişopînin, bi qasî 234 bûyerên 'nayên vegotin' tespît kirin.
Hat ragihandin, ku sînyalên tê texmînkirin ji fezayê hatine, tespît bûne û ev sînyal jî dibetiya 'li fezayê jiyan heye' xurtir dikin.
Pispor dibêjin, lazim e li ser van sînyalan karekî berfireh bê kirin.