Danûstandinên nûjenkirina hêzên hewayî yên Hîndîstanê balê dikişînin
Xebatên ji bo nûjenkirina hêzên hewayî yên Hîndîstanê, ku piştî Çîn û DYA artêşa herî mezin a cîhanê ye, balê dikişînin ser xwe.
Xebatên ji bo nûjenkirina hêzên hewayî yên Hîndîstanê, ku piştî Çîn û DYA artêşa herî mezin a cîhanê ye, balê dikişînin ser xwe.
Derketibû holê ku hêzên hewayî yên Hîndîstanê di salên dawî de hêza xwe ya operasyonî bi giranî winda kiriye û bi tenê nîvê balafirên şer dikarin di şerekî gengaz de werin bikaranîn. Dihat gotin, ku ev rewş Hîndîstanê li pêşberî Pakîstanê qels dike, ku ji ber pirsgirêka Keşmîrê li hev nakin.
Hêzên hewayî yên Hîndîstanê bi giranî xwe dispêre balafirên şer MîG-21 ên Rûs. Ji bo nûjenkirina hêzên hewayî, çend sal berê bi şîrketa Dassaûlt a Fransayê re li ser kirîna 126 balafirên Rafael lihevkirin çêbûbû. Lê belê ji be rku şîrketa Fransayê şertê çêkirina van balafiran li Hîndîstanê qebûl nekir, di meha Îlonê de bi tenê li ser firotina 36 balafiran li hev hatibû kirin.
Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, rêveberiya Hîndîstanê niha jî ji bo kirîna balafirên F-16 bi şîrketa Amerîkan Lockheed Martîn û ji bo kirîna balafirên Grîpen ên şîrketa Saabê ya Swêdê dest bi danûstandinan kiriye. Tê gotin, Serokwezîr Narendra Modî di projeya hilberîna herêmî ya bi navê Make în Îndîa' de bi israr e û van her du şîrketan qebûl kirine balafirên şer li Hîndîstanê hilberînin.