Dengdanê li gelek eyaletên DYA'yê dest pê kir

Ji bo hilbijartinên 8'ê Mijdarê ku wê seroka/ê 58. ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) lê diyar bibe, karê propagandayê dewam dike. Tê gotin, li gelek eyaletan jî zêdeyî sed hezar hilbijêran deng bi kar anîne.

Ji destpêkirina dengdanê re hê 34 roj man e. Lê belê li gorî qanûnên gelek eyaletan ji niha ve bi rêya nameyan an jî sindoqên hatine danîn, deng dikarin bên bikranîn. Tê payîn, bi dehan mîlyon hilbijêr beriya 8'ê Mijdarê dengê xwe bi kar bînin. Tê texmînkirin, heta niha zêdeyî 130 hezar hilbijêran dengê xwe bi kar anîne.

Ji bo hilbijartinê, ku tê payîn di navbera namzeta demokratan Hîllary Clînton û namzetê komarparêzan Donald Trûmp de derbas bibe, li 50 eyaletan derfetê bikaranîna dengan bi rêya nameyan hene. Lê ji bo bikaranîna vî mafî, divê hilbijêr berê serlêdanê bikin.

Li 20 ji van eyaletan, hilbijêrên dixwazin bi rêya nameyê dengê xwe bi kar bînin, neçar in îspat bikin ku di 8'ê Mijdarê de nikarin deng bi kar bînin.

Li eyaletên Iowa û Ohio, ji hefteya derbasbûyî û vir ve hilbijêr diçin buroyên sindoqan û dikarin dengê xwe bi kar bînin. Li 37 eyaletan wê hilbijêr bi vê mehê re dest bi dengdanê bikin.

Di hilbijartinên 2012'an de, yek ji sê parên pisûlayên dengan beriya hilbijartinên 8'ê Mijdarê hatibûn şandin. Di sala 1996'an de ji sedî 10 ê hilbijêran beriya roja hilbijartinê dengê xwe bi kar anîbûn. Tê payîn ev rêje li gorî hilbijartinên bihurî, îsal zêdetir be.

Pispor dibêjin, ji ber sedemên cuda ne hêsan e ku li gorî dengên beriya 8'ê Mijdarê werin bikaranîn, texmîneke hilbijartinê were kirin.

Di beşeke mezin a anketên heta niha hatine kirin de, Hîllary Clînton li hemberî Donald Trûmp bi ser dikeve.