Li Elmanyayê skeletekî 11 mîyon salan ê balînayekî hate dîtin
Li nêzî bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di xebata paleontologên de ku li ocaxa xîzê pêk hat, skeletê balînayekî hate dîtin ku herî kêm xwe digihîne 11 mîlyon sal beriya niha.
Li nêzî bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di xebata paleontologên de ku li ocaxa xîzê pêk hat, skeletê balînayekî hate dîtin ku herî kêm xwe digihîne 11 mîlyon sal beriya niha.
Hate destnîşankirin ku hestiyekî qorika balîna jî hatiye dîtin.
Endamê Muzeya Jiyana Xwezayî ya Berlînê Paleontolog Olîver Hampe têkîldarî mijarê daxuyanî da, got; “tiştekî wisa li Ewropaya Navîn cara yekem tê dîtin.”
Wolfgang Hopfner ê skeletê balînayê dît jî got beriya niha bi mehan dema wek hobiyê mîna paleontologekî xebat dikirin dîtine.
Hate tespîtkirin ku skelet, aîdî cureyekî balîna ye ku navê wî balînayê bi simbêl e û li Behra Bakur dijî û xwe digihîne heta 11 mîlyon salan.
Li heman herêmê beriya niha jî skeletê hewyanekî hatibû dîtin ku aîdî cureyê fokê bû.