Ji bo darizandina Erdogan pêşnûme pêşkêşî Parlamentoya Swêd hate kirin

Parlamenterê Keskan Jabar Amîn, ji bo Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizanin, pêşnûmeya xwe ya ku daxwaz dike ku Swêdê ji bo Neteweyên Yekbûyî bikeve nav hewldanan, pêşkêşî Parlamentoya Swêdê kir.

Amîn diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di salên dawî de li dijî azadiya medya û îfadeyê êrîşên cîdî li dar xistine, li bajarên Kurdan qetlîam pêk anîne, sûcên mirovahiyê yên Erdogan jî wiha rêz kirin:

“Rojnamevanên serbixwe tehdîd kirin, sûcdar kirin û girtin.

Li gor dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî niha 150 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Avêtin ser dezgehên medyayê û girtin.

Bi darizandinê gef li gelek akademîsyenan xwar û derketina derveyî welat li wan qedexe kir.

Li dijî kesên ku xwediyê ramanên cuda ne, li seranserî welêt pêla girtinê da destpêkirin.
Li gor Tirkiyeyê, îro 32 hezar kes girtî ne.
Zêdetirî 100 hezar kesî ji kar hate girtin.
Li gelek bajarên Kurdan li dijî gelê sivîl şer da destpêkirin.
Destûr da ku bajar bi top û fûzeyan bê bombekirin.
Sûcê ku sivîla komî ceza dike kir.
Destûra nêzî 400 êrîşên li dijî partiya mûxalefetê ya pirneteweyî HDP’ê da.
28 şaredar ji wezîfeyê kir ku ji van 24 Kurd in.
Li gor gelek raporan, destek da DAÎŞ’ê, çek û alîkariya lojîstîkê dayê.
Destûr da leşkerên xwe ku li Kurdistanê bi sedan gundî bomberdûman bikin.
Rojava'ya yönelik saldırı düzenledi, ambargo uyguladı.
Li dijî Rojava êrîş li dar xist, ambargo pêk anî.
Ket sînorê welatekî din, beşeke ji Sûriyeyê dagir kir.”

Amîn dibêje Erdogan dema van hemûyan dike jî tîne ziman ku Hîtler mînak digire û balê dikşîne ku daxuyaniyên pesndayina Hîtler dide.

Amîn got, li gor xala 7’emîn a Hevpeymana Romayê, Erdogan herî kêm di sê xalan de; cînayeta li dijî sivîlan, hepskirina sivîlan û êşkencekirina sivîlan sûc kiriye, dixwaze ku pêşnûmeya wî li Parlamentoya Swêdê bikeve dengdayinê û dema bê qebûlkirin jî Swêdê vê mijarê ji Neteweyên Yekbûyî re ragihîne.