Li dijî rojnamevanên Ewropayê gef zêde bûne

Di konferansek navneteweyî de ku li paytexta Swêd Stockholmê hate lidarxistin, hate diyarkirin ku gefên li ser rojnamevanên welatên Ewropayê di astek cîdî de zêde bûne.

Di semîner û konferansê de ku bi boneya 100. Salvegera Damezirandina Saziya Raya Giştî ya Çapemeniyê ya Swêdê (PON) li avahiya Yekîtiya Ewropa ya li Stockholmê 7-8’ê Cotmehê hate lidarxistin, pirsgirêkên ku rojnamevan li welatên Ewropayê hevrû dibin hatin gotûbêjkirin.

Di aktîvîteyê de ku ji 30 welatan nêzî 100 delege tevlî bûn, encamên lêkolînên Alliance of Indipendet of Councils of Europe, AIPCE ( Hevkariya Konseyên Çapemeniyê yên Serbixwe yên Ewropayê) hatin nîqaşkirin.

JI SEDÎ 46’Ê ROJNAMEVANAN HATIN TEHDÎDKIRIN

Di lêkolîna Konseya Ewropayê de ji welatên cuda yên Ewropayê bi giştî 940 rojnamevan amade bûn. Pirs ji rojnamevanan hate kirin ku di 3 salên dawî de ka bi çi zext û gefan re hevrû bûne. Ji sedî 46’ê rojnamevanan gotin ji ber wezîfeya xwe kirine hatine tehdîdkirin, ji sedî 69 bi tundiya psîkolojîk re hevrû bûye û ji sedî 53 jî li ser înternetê bi sûcê nefretê nêzîkatî li hember wan hatiye kirin. Rêjeya rojnamevanên ku gotin tundiya fîzîkî li wan hatiye kirin jî ji sedî 31 e.

Prof Marîlyn Klark ku serokê komîteya lêkolînê ye, di konferansê de got rapor nîşan dide ku li Ewropayê gefên li rojnamevanan zêde bûne.

TEHDÎD RÊ LI BER OTO-SANSURÊ VEDIKIN

Klark got li go r encamên lêkolînê ji sedî 37’ê rojnamevanan ji ber gefan neçar mane xwe bi xwe sansur bikin, wiha axivî; “Tehdîd rê li ber oto-sansurê vedike û azadiya çapemenî û îfadeyê dixe xeteriyê.” Her wiha bal kişand ku gef bandorê li hin rojnamevanan nakin û heta bandorek berevajî çêdikin.

LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN JIN GEFA CINSÎ

Di raporê de hate destnîşankirin ku rojnamevanên jin wek cudahiya ji yên mêr, hê zêdetir bi gefên cinsî re hevrû dibin û ev gef jî zêdetir bi rêka înternet û tevna civakî pêk tên, bal hat kişandin ku ev jî bandorek neyênî li ser jiyana malbatên rojnamevanên jin dike.

Tê gotin ku gelek rojnamevanên jin gefên cinsî yên li wan tên kirin jî ji karmend, polîs an jî saziyan re ranagihînin.

JI BER HEVKARIYA MIZGEFTÊ Û DAÎŞ’Ê DERXIST HOLÊ HATE TEHDÎDKIRIN

Midûra Karên Weşanê ya rojnameya Gefle Dagblad ku li bajarê Gavle weşana xwecih dike, got ji ber têkîliya mizgefta li bajarê xwe û çeteyên DAÎŞ’ê derxistine holê bi bombekirina rojnameyê û bi xwe jî bi mirinê hatiye tehdîdkirin.

Midûrê Giştî yê Emniyetê Dan Elîasson nirxandin kir ku gefên li dijî rojnamevanên li Ewropa û Swêdê gihiştiye asta fikaran û ev jî êrîşek li dijî azadiya îfade û çapemeniyê ye.

MIDÛRÊN GIŞTÎ MAÎLÊN GEFXWARINÊ JI MIN RE ŞANDIN

Piştî Elîasson got gefên cinsî yên li dijî rojnamevanên jin tenê ji mêrên tenê, nikarin di jiyanê de serkeftî bin û bêkar in tê, rojnamevanên jin nerazîbûn nîşan dan. Gullberg, got tespîtên Midûrê Giştî yê Emniyetê rastiyan nabêje , wiha dewam kir; “Min ji midûrên giştî mailên gefxwarinê girtine. Nikare bê gotin ku ev marjînal in. Ez dibêjim ew zilam in.”

Beşdaran li hev kirin ku li jiyangehên biçûn gef hê zêdetir li rojnamevanan tê xwarin. Her wiha ji ber polîs û sazî jî wek tê xwestin rojnamevanên xwecih naparêzin rexne hatin kirin.

AZADIYA ÎFADEYÊ DI BIN ZEXTÊ DE YE

Aktîvîteyek din a têkîldarî zext û gefên li ser rojnamevanan jî  roja Sêşemê ji hêla Radyoya Dewletê ya Swêdê (Sr) li Avahiya Çandê hat lidarxistin.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom û Wezîra Çand û Demokrasiyê Alîce Bah Kuhnke wek qiseker tevlî panelê bûn û anîn ziman ku piştî li Macarîstan û Polonyayê desthilatdariyên populîst bûne desthilatdar, di binpêkirina azadiya îfade û çapemeniyê de zêdebûnek heye. Qisekeran bal kişandin ku li gel Swêdê jî li gelek welatên Ewropayê zext û êrîşên li dijî rojnamevanan zêde bûye û daxwaz kirin ku tevdîr bên girtin.

SWÊDÊ WÊ JI BO ROJNAMEVANAN NÛNERÊ TAYBET TAYÎN BIKE

Di meha Hezîranê de piştî Swêdê ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hate hilbijartin, nûnerên rojnamevan û rêxistinên medyayê daxuyaniyek hevpar dan, bal kişandin ku li welatên cîhanê û Ewropayê zextên li dijî medya û rojnamevanan zêde bûne û ji bo parastina mafên rojnamevanan bang li hikûmeta Swêdê kirin ku bila Neteweyên Yekbûyî nûnerekî taybet tayîn bike.

Wallstrom dema di panelê de diaxivî, got vê daxwaza tayînkirina nûnerê taybet mafdar dibîne, soz da ku wê mijarê bike rojeva Neteweyên Yekbûyî.