Li Haîtiyê bager: 842 kes mirin, xeteriya şewbê heye

Karesata ku bagera Matthewê li Karayîpan pêk anî bi xebatên legerîn,rizgarkirinê ve her ku diçe zelaltir dibe. Hate ragihandin ku tenê yên li Haîtiyê jiyana xwe ji dest dane heta duh êvarî 842 kes bûn.

Hate ragihandin ku bagera Matthew a ku li Okyanûsa Atlantîkê li rojavayê Afrîkayê rû da û 28’ê Îlonê gihişt Karayîpan, li 4 welatan bûye sedema canê herî kêm 848 esan. Li Komara Domînik 4, li Kolombiyayê 1 û li Saînt Vîncent û Grenadînan kesekî jiyana xwe ji dest dane. Li Haîtiyê jî herî kêm 842 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Haîtiyê bi ketina dijwariya bagerê ve xebatên lêgerîn-rizgariyê dest pê kirin û her ku diçe hejmara miriyan zêdetir dibe.

Li gor hikûmetê wê hejmara miriyan zêde bibe, kesên ku muhtacî alîkariya lezgîn in jî nêzî 350 hezarî ne. Hê fikar têne kirin ku şewba kolera ya ku li welêt dawî lê nehatiye jî hê zêdetir berbelav bibe.

Li Haîtiyê di erdhejê de ku Çileya 2010’an bi şîdeta 7,3 pêk hatibû, zêdetirî 230 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, heman salê ji meha Cotmehê jî ji ber şewba kolerayê heta niha zêdetirî 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.