Amrî: Em ê hêza bejahî ya Erdogan weke DAIŞ'ê bibînin

Berpirsyarê Giştî yê Heştî Şaabî Hadî Amrî diyar kir, ew daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser operasyona Mûsilê qebûl nakin.

Di daxuyaniya nivîskî de bersiv ji daxuyaniyên Erdogan ên li ser operasyona Mûsilê re hat dayîn.

Hadî Amrî da xuyakirin, ku hêzên Iraqê wê tevlî operasyona Mûsilê bibin û got, "Ji bilî van, em ti hêzeke ji bejahî ve tevlî bibin qebûl nakin. Em hêzên li derveyî vê, weke DAIŞ'ê dibînin. Erdogan kesekî neteweperest e. Em daxuyaniya Erdogan qebûl nakin, em ê heza wî ya bejahî jî weke DAIŞ'ê bibînin û heta dawiyê li dij şer bikin."