Wê bi 15 mîlyar dolarî alîkarî ji Afganîstanê re bê dayîn

Konferansa Welatên Alîkariya Navneteweyî Dikin, biryar da di nava 4 salên pêş de zêdeyî 15 mîlyar dolarî alîkariyê bide Afganîstanê.

Tê gotin, Yekîtiya Ewropayê di berdêla vê alîkariyê de peymana qebûlkirina vegera penaberan garantî kiriye.

Konferans li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat û biryar hat dayîn, alîkariya malî ji Afganîstanê re were dayîn ku ji ber êrîşên Talîbanê di rewşeke tengav de ye. Tevî welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên din ên pêşketî beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de biryar hat dayîn, heta sala 2020'an 15,2 mîlyar dolar (13,6 mîlyar euro) alîkarî ji Afganîstanê re were dayîn.

Di çarçoveya alîkariya ji 13,6 mîlyar euroyî de, tê apyîn welatên YE heta dawiya sala 2020'an 1,2 mîlyar euro bişînin Afganîstanê.

Serokê Komîsyona YE Donald Tûsk li konferansê axivî û diyar kir, di berdêla alîkariya malî de, mijara; qebûlkirina penaberên ji Ewropayê hatine vegerandin, di rojeva hikûmeta Afgan de ye.

Di berdêla alîkariya malî de, tevî qebûlkirina penaberên hatine vegerandin, her wiha ji hikûmeta Afgan tê xwestin ku li dijî karên ne li rê têbikoşe û girîngiyê bide mafên mirovan.