Li Parîsê pêşangeha berxwedêrên Elman ên li ber Nazîzmê rabûn

Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo bîranîna berxwedêrên Elman yên di têkoşîna li dijî Elmanya Nazî de jiyana xwe ji dest dan, pêşangehek hat vekirin.

Pêşangeh li Muzeya Azadî û General Leclerc (Musée du général Leclerc et de la Libération) bi beşdariya Wezîra Parastinê ya Elman Ûrsûla von der Leyen hat vekirin. Di pêşangeha bi navê 'Dikarîbûn çi bikin?' de, wêneyên berxwedêrên Elman ên di salên 1933-1945'am de li dijî Naziyan di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan, hatin nîşandan.

Di nava wêneyên berxwedêrên herî zêde balê dikişînin de Georg Elser heye, ku dema xiratkarî dikir li dijî Adolf Hîtler sûîqesta bombeyî kiribû. Elser di sala 1923'an de bombe li bîraxaneya Burgerbraukeller bi cih kiribû, lê belê ji ber ku Hîtler bi 13 deqeyan beriya teqînê ji vê derê derket, ev hewldana wî bi ser neket. Elser piştre ji aliyê Naziyan ve hatibû girtin û di 9'ê Nîsana 1945'an de bi gulereşandinê hatibû qetilkirin.

Di nava berxwedêran de Walter Klîngsbeck ê 17 salî û Hans Oster, Kûrt Gersteîng jî hene, ku li dijî Naziyan belavok amade dikirin û berxwedêrên Katolîk bi rêxistin dikirin.

Ev pêşangeha ku bi qasî 20 berxwedêrên dijberê Nazî dide naskirin, li paytexta Elmanya Berlînê hatiye amadekirin û piştî nîşandana li gelek bajarên Elmanyayê, li Parîsê hat vekirin.