Emrê mirovan kin dibe
Li gorî lêkolînek li ser mirovên temendirêj ên li 40 welatan hat kirin, di nava 20 salên dawî de emrê mirovan kin bûye.
Li gorî lêkolînek li ser mirovên temendirêj ên li 40 welatan hat kirin, di nava 20 salên dawî de emrê mirovan kin bûye.
Encamên vê lêkolîna ji aliyê zanyarên Amerîkî ve hat kirin, li kovara Natûre ya li Brîtanyayê hat weşandin.
Zanyaran li Fransa, Japonya, Brîtanya û DYA'yê li ser mirovên emrê wan 110 derbas kirine, ku weke 'Sedaniyên Super' hatin binavkirin, lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de hat ragihandin, ku nîveka emrê mirovên zêde jiyan e, di navbera salên 1970-1990'î de zêde bûye. Li gorî lêkolînê, nîveka emrê 'Sedaniyên Super' piştî sala 1995'an kêm bûye. Ev kêmbûn jî salane bi 4 mehan hat tespîtkirin.
Di lêkolînê de hat ragihandin, piştî ku Jeanne Carlment a Fransayî di sala 1997'an de di 122 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt, 'Sedaniyên Super' herî zêde 115 salan jiyan e. Di gotarê de gotin "Xuya ye di dema pêş de wê ev rewş neguhere". Li gorî lêkolînê, yek ji 10 hezarî îhtimal heye ku hin mirov di dema pêş de karibe heta 125 salan bijî.
Rêveberê lêkolînê Dr. Jan Vîjg da xuyakirin, ku asta tip li dijî nexweşiyên şewbê û kronîk gihîştiye, emrê mirovan dirêj dike, lê di asta maksîmal de bandorê li emrê mirovan nake.
Li ser rûyê erdê, mirova herî bi emr a dijî, jina bi anvê Emma Morano ya Îtalyayî ye ku niha 116 salî ye. Ji bilî Morano, emrdirêjên li Endonezya û Brezîlya hene ku tê îdîakirin 145 û 131 salî ne. Lê belê li ser emrê rastî yê van kesan, qeydeke fermî nîne.