Li DYA xeteriya ziwayiya mega zêde dibe

Di gotarê de ku li ser kovara zanyarî ya Science Advances hate weşandin, hişyarî hate kirin ku eger rêjeya gazên ku bi nav atmosferê ve tên berdan neyê kêmkirin, wê li eyaletên başûr û başûrrojavayê DYA’yê xeteriya ‘ziwayiya mega’ dest pê bike.

Di gotarê de destpêkê Kalîforniya, li ser germahî û ziwayiyên li eyaletên Nevada, New Mexico, Utah, Colorado û Wyomîng hate rawestandin, girîngiya tevgera li gor hedefên germahiya gerdûnî hate destnîşankirin. Lêkolînvanan diyar kirin ku eger berdana karbondîoksîtê (CO2) di rêjeyeke cîdî de neyê kêmkirin, wê germahiyên li herêmê zêde bibin û pirsgirêka ziwayiyê hê mezintir bibe.

Di gotarê de tespît hate kirin ku wê xelayê avê bi taybet jî li eyaletên Kalîforniya, Nevada, New Mexîco, Utah, Colorado û Wyomîngê di astên gelekî pêş de bin.

Têgîna ‘Ziwayiya Mega’, ji bo ziwayiyên gelekî zêde û dema 30 salan dewam dike tê bikaranîn. Pispor difikirin ku di dîroka cîhanê de kêm be jî ziwayiyên mega çêbûne û bûne sedema tinebûna gelek çandan.