Namzeta Sekreteriya NY Georgîeva: Ez ê ji bo 'belavkirina dengê başiyê' bixebitin

Xebatên ji bo diyarkirina sekretera/ê nû yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam dikin. Georgîeva, ku hefteya derbasbûyî ji aliyê Bûlgarîstan ve namzet hat nîşandan got, "Ez ê ji bo belavkirina dengê başiyê bixebitim."

Krîstalîna Georgîeva ku hefteya bihurî li şûna Dîrektora Giştî ya UNESCO Îrîna Bokova namzet hatibû nîşandan, li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bersiv da pirsên endaman.

Georgîeva da xuyakirin, pirsgirêka herî mezin a roja îro ew e; başî veşartî ye, nefret jî gelekî deng derdixîne. Georgîeva rexne kir û got, "Dengê nefretê li her cihî tê bihîstin."

Georgîeva destnîşan kir, ku eger ew were hilbijartin, ew ê bixebite ji bo dengê başiyê li her derê belav bike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon wê di destpêka sala 2017'an de wezîfeya xwe radest bike. Li şûna Kî-moon ji bo Sekreteriya Giştî ya NY 10 namzet li ber xwe didin. Serokwezîrê berê yê Portekîzê Antonîo Gûterres weke namzetê herî xurt tê dîtin.