Tê ragihandin ku ji ber şerê li Helebê ku bi hefteyan e dewam dike, li herêmên dorpêçkirî çeteyan derbên giran xwarine, lê zerar gihiştiye sivîlan jî. Rejîm ji bejahiyê, Rûsya jî bi rêka hewayê operasyonan li dar dixin.
Di pêşnûmeya Fransayê de tê xwestin ku bomberdûmana balafirên şer ên li dijî Helebê bên rawestandin. Rûsyayê da xuyakirin ku wê pêşnûmeyê veto bike û pêşnûmeyek din pêşkêş kir. Rûsyayê pêşnûmeyeke ku rawestandina şerê li Helebê û îlana agirbestê dixwaze pêşkêşî DENY kir.
Tê plankirin ku 15 endam di civînên îro de destpêkê ya Fransa, piştre jî pêşnûmeya Rûsyayê gotûbêj bikin û bixin dengdayinê.
Tê îdîakirin ku rêxistinên mîna El Nûsra ji ber dorpêçê li Helebê ketine nav zehmetiyan, lê sivîl jî zerarê dibînin. Duh DYA û Fransayê daxuyanî dan, îdîa kirin ku Rûsyayê nexweşxane û dibistan bombe kirine û ‘sûcê şer’ kiriye.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra jî bang li çeteyên El Nûsra yên li Helebê kiribû ku li gel çekên xwe bajêr biterikînin. Her wiha ev bang ji hêla Rûsyayê hatibû destekkirin.