CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên li Helebê Wargeha Handeratê ji dest dan
Li bajarê Helebê çeteyan çeperek din a girîng ji dest dan. Yekîneyên girêdayî rejîma Baasê û hêzên girêdayî Hizbûllaha Lubnanê kontrola Wargeha Handeratê bi dest xistin. -
Li DYA êrîşa çekdarî: 4 mirî
Li Bûrlîngtona girêdayî bajarê Seattle ya DYA, li navendek kirîn û firotinê êrîşek çekdarî pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê 4 kes mirin. -
Qanûna têkîldarî desteka terorîzmê ya AKP’ê ditirsîne tevî Obama jî wê bê qebûlkirin
Qanûna bi navê ‘JASTA’ ya ku wê li Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) derfetê bide ku doz li welatên desteka terorîzmê dikin bê vekirin û hikûmeta AKP’ê jî bi awayekî eşkere dij derdikeve, ji hêla Obama hate vetokirin. -
Parlamentoya Polonyayê qedexeya kurtajê qebûl kir
Tevî têkoşîna jinan a bi mehan û desteka bi sed hezaran îmzeyan jî li Polonyoya qanûna kurtajê hate qebûlkirin. -
Lavrov: Heta muxalîf mîna DAÎŞ’ê bin, agirbest bê wate ye
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî, got pêkanîna xalên ku bi DYA re têkîldarî Sûriyeyê li hev kirine, gelekî girîng e. -
Wê di nav çend hefteyan de operasyona Mûsilê dest pê bike
Îdîa zêde dibin ku wê operasyona dorpêça Mûsilê ya bi armanca paqijkirina ji çeteyên DAÎŞ’ê di nav çend hefteyan de dest pê bike. -
Juppe: Nîqaşên li Fransayê ber bi şerê navxweyî ve dibe
Wezîrê berê yê Karên Derve yê Fransayê û namzetê herî xurt ê hilbijartinên 2017’an Alaîn Juppe têkîldarî nîqaşên penaberan û terorîzmê yên li welêt didomin, hişyarî da. -
Keştiya penaberan a li peravên Misirê noqbûyî: 108 cenaze hatin dîtin
Her ku diçe encamên keştiya ku roja Çarşemê li peravên Misirê noqbûyî mezintir dibe. -
Hejmara leşkerên Rûsya yên li Sûriyê bi encamên hilbijartinê derketin holê
Rûsyayê heta niha hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê bi fermî nedabû, lê bi hilbijartinan ev hejmar diyar bû. -
Ebadî careke din ji Tirkiyeyê xwest ku leşkerên xwe ji Iraqê derxîne
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî û careke din xwest, leşkerên Tirk ji Iraqê bên derxistin. -
Ji civîna Sûriyeyê ya li New Yorkê ti encam derneket
Di civîna duh êvarê ya li New Yorkê de, li ser agirbesta li Sûriyeyê li hev nehat kirin. -
Li cîhanê ji her demê bêhtir mirov penaber in
Li kombûna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), pirsgirêka penaberan jî hat nîqaşkirin. Hejmarên hatin eşkerekirin, asta pirsgirêka penaberan radixe pêş çavan. -
Doza 'destekirina terorîzmê' ya li dijî Google, Facebook û Twitterê dest pê kir
Mlbata Nohemî Gonzalez a DYA'yî ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 13'ê Mijdara 2015'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da, bi sûcdariya 'desteka materyal dane çeteyan' doz li Facebook, Twitter û Google'yê vekiribû. Vê dozê dest pê kir. -
Serlêdana derketinê ya Brîtanyayê di sala 2017'an de ye
Brîtanya Mezin ku bi rêya referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, wê di destpêka sala 2017'an de bi awayekî fermî serlêdana derketina ji nava yekîtiyê bike. -
Wezîra Parastinê ya Elman Bexda û Hewlêrê ziyaret dike
Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Ûrsûla von der Leyen, ji bo Bexda û Hewlêrê ziyaret bike, duh êvarê hat Iraqê. -
Hejmara qurbaniyên keştiya penaberan a li Misirê bin av bû zêde dibe
Piştî ku duh li peravên Misirê keştiyek bi sedan koçber tê de bûn noqî binê avê bû, zêdeyî 40 cesed ji deryayê hatin derxistin. -
Di şerê li Kongo de zêdeyî 100 kes mirin
Li Komara Kongo ya Demokratîk, ji roja Duşemê û vir ve şerekî dijwar diqewime. Hejmara mirovên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, sed derbas kir. -
Ji bo azadiya rojnamevan Dawit Îsaak ê 15 sal in di hucreyê de ye, çalakî hat lidarxistin
Rojnamevanê welatiyê Swêdê Dawit Îsaak ev 15 sal in di girtîgehek li Erître de tê girtin. Bi wesîleya sala 15. çalakî hat lidarxistin. -
Elmanya û Rûsya hewl didin têkiliyên xwe yên aboriyê sererast bikin
Elmanya û Rûsya, ku piştî şerê navxweyî yê Ûkraynayê ambargo li ser hev danîn û ji aliyê aborî ve windahiya her du welatan çêbû, hewl didin têkiliyên xwe yên aboriyê sererast bikin. -
Wezareta Karên Hundir a Elmanya dixwaza kontrolên sînor dûvdirêj bike
Wezareta Karên Hundir a Elmanya da xuyakirin ku dikarin ji nû ve dema kontrolên sînor ku bi taybet ji sala 2015’an ve li sînorê Awûstûryayê zêde bûye, dirêj bikin. -
Wezîrê Aboriyê yê Iraqê Zêbarî ji peywirê hate girtin
Wezîrê Aboriyê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, bi biryara parlementoyê ji peywirê hate dûrxistin. -
Serokdewletê berê yê Brezîlyayê wê were darizandin
Piştî ku Serokdewleta Brezîlyayê ya sosyalîst Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê hat girtin, gilînameya li ser serokdewletê berê Lûla da Sîlva jî ji aliyê hikûmetê ve hat qebûlkirin. -
Obama: Li Sûriyeyê çareseriya leşkerî nepêkan e
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barack Obama da xuyakirin, ku li Sûriyeyê çareseriyeke leşkerî nepêkan e û careke din got, çareseriya dîplomatîk şert e. -
Bûsh jî li dijî Trûmp derket
Propagandaya hilbijartinên ji bo serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, dewam dike. Namzetê komarparêzan Trûmp roj bi roj desteka li eniya xwe winda dike. -
Ferd jî wê karibin doza tazmînatê li Komîsyona YE û ECB vekin
Li gorî biryara dozek li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, êdî ferdên ku polîtîkayên Komîsyona YE yan jî Banka Navendî zerar li wan kirine, karibin doza tazmînatê vekin.