Serlêdana derketinê ya Brîtanyayê di sala 2017'an de ye

Brîtanya Mezin ku bi rêya referandûmê biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, wê di destpêka sala 2017'an de bi awayekî fermî serlêdana derketina ji nava yekîtiyê bike.

Wezîrê Karên Derve Borîs Johnson da xuyakirin, ku serlêdan dibe ku di destpêka sala 2017'an de were kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanya Mezin Borîs Johnson ji qenala televîzyonê Sky re axivî û diyar kir, ji bo serlêdana ji nava Yekîtiya Ewropayê li gorî xala 50. a destûra bingehîn a yekîtiyê di sala pêş de bê kirin, danûstandin dewam dikin. Johnson da xuyakirin, ku ew ê di destpêka sala 2017'an de pêvajoya derketinê bidin destpêkirin.

Ev daxuyaniya Johnson di demeke welê de hat kirin, ku li nava Yekîtiya Ewropayê zextên giran li hikûmeta Brîtanyayê tê kirin. Piştî ku bi awayekî fermî serlêdan hat kirin, herî kêm wê ji bo 2 salan pêvajoya danûstandina destpê bike.

Di daxuyaniyên Komîsyona Yekîtiya Ewropa û Parlamenta Ewropayê de hatibû ragihandin, ku divê ev pêvajo beriya hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yên di Gulana 2019'an de bên lidarxistin, biqede. Naxwe wê li Brîtanyayê ji bo parlamenterên Parlamenta Ewropayê hilbijartin were kirin.

Di referandûma 23'ê Hezîranê de ji sedî 52 ê gelên Brîtanya Mezin dengê xwe ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê da bûn.