Hejmara leşkerên Rûsya yên li Sûriyê bi encamên hilbijartinê derketin holê

Rûsyayê heta niha hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê bi fermî nedabû, lê bi hilbijartinan ev hejmar diyar bû.

Li Sûriyeyê piştî hilbijartinê, hate fêhmkirin ku li vî welatî bi kêmanî 4 hezar leşker hene.

Alîkarê Wezîrê Parastinê Nîkolay Pankov diyar kir ku tevlîbûna leşkerên Rûsan ên li Sûriyê ya li hilbijartinên Dumayê ku roja duşemê hatibû kirin, têkildarî hejmara leşkerên li Sûriyeyê jî fikrek çêkir.

Li gorî Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî, ji hemwelatiyên Rûs ên li Sûriyeyê 4 hezar û 751 kes di hilbijartinê de deng dane. Ev hejmar nîşan dide ku li gorî hilbijartinên 2011 û 2012’an 4 caran pirtir welatiyên Rûsya li Sûrî deng dane, ji wê demê ve tê zanîn ku gelek sivîl ji welêt derketine jî.

Li gorî nûçeyeke di rojnameya RBK’ê de heke mirov li gorî kesên ku di hilbijartinê de dengê xwe bi kar anîne biçe, li Sûriyê bi kêmanî 4 hezar leşker hene.

Hervwiha bikaranîna dengan a li baregeha hewayî ya Lazkiyê jî ku 4 hezar û 378 leşkerên Rûs lê bi cih bûne, nîşan dide ku bi kêmanî 4 hezar leşker hene. Li Balyozxaneya Şamê ya Rûsyayê jî tenê 139 deng hatine bikaranîn.

Li gorî pisporê leşkerî Antoz Lavrov jî li gel peywirdarên sivîl li baregehên leşkerî yên Rûsyayê 4-5 hezar personelên Rûsya hene.