Wezîrê Aboriyê yê Iraqê Zêbarî ji peywirê hate girtin

Wezîrê Aboriyê yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, bi biryara parlementoyê ji peywirê hate dûrxistin.

Di encama rûniştina îro ya Perlementoya Iraqê de, biryar hate girtin ku Wezîrê Aboriyê yê Iraqê Hoşyar Zêrbarî ji peywirê bê girtin.

Di rûniştina parlementoyê de dengên 249 perlementeran hate karanîn. Ji van dengan 158 er ê, 77 na bikar anîn û 14 deng jî bê alî bikar anîn.

Ji beriya niha di derbarê Zêbarî de sucên ku nelirêtiyê kiriye, ketibû rojevê.

Hat ragihandin ku duh Hoşyar Zêbarî bi Serokê Partiya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî, Serokê Parlementoyê Selîm Cibûrî û Alîkarê Serokê Parlementoyê Hûmam Hemûd re civiya bû û ji wan daxwaza piştgiriyê kiribû. 

...