Elmanya û Rûsya hewl didin têkiliyên xwe yên aboriyê sererast bikin

Elmanya û Rûsya, ku piştî şerê navxweyî yê Ûkraynayê ambargo li ser hev danîn û ji aliyê aborî ve windahiya her du welatan çêbû, hewl didin têkiliyên xwe yên aboriyê sererast bikin.

Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel dest bi serdana Moskowayê ya 2 rojan kir. Hevparê hikûmeta Elman Serokê Partiay Sosyal Demokratan (SPD) û Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel duh hat Moskowayê û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re rûnişt.

PÛTÎN: LI ELMANYAYÊ GELEK DOSTÊN ME HENE

Pûtîn beriya vê hevdîtinê axivî û got, "Elmanya wê weke partnerekî me yê girîng ê bazirganiyê bimîne" û diyar kir, kêmbûna asta bazirganiya navbera her du welatan "cihê xemgîniyê" ye. Pûtîn da xuyakirin, ku tevî rewşa aloz a siyasî jî li Elmanyayê gelek dostên wan hene.

Wezîrê Aboriyê yê Elman Sîgmar Gabrîel jî da zanîn, ku ew li dijî danekirinên aboriyê yên li ser Rûsyayê ne û got, "Îzolasyon û alozî ti perspektîfa pêşkêş nakin. Ev polîtîkayên aqilane nîne." Gabrîel destnîşan kir, ku aramiya siyasî û aborî ya li rojhilatê Ewropayê, Sûriye û gelemperiya Rojhilata Navîn yek ji berjewendiyên wan ên lezgîn in.

ASTA BAZIRGANIYÊ JI 77 MÎLYAR EUROYÎ DAKET 52 MÎLYAR EUROYÎ

Yekîtiya Ewropayê (YE) di sala 2014'an de biryara danekirinê li dijî Rûsyayê stand. Rûsya jî li dijî vê yekê biryara danekirinê wergirt. Di nava YE de welatê herî zêde bi Rûsyayê re xwedî têkiliya aboriyê ye, Elmanya ye.

Asta bazirganiya navbera van her du welatan di sala 2013'an de 77 mîlyar euro bû. Lê di sala 2014'an dema destpêkirina danekirinan de ev daket 67 mîlyar eroyî. Di sala 2015'an de asta bazirganiya navbera her du welatan daket 52 mîlyar euroyî.