Ferd jî wê karibin doza tazmînatê li Komîsyona YE û ECB vekin
Li gorî biryara dozek li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, êdî ferdên ku polîtîkayên Komîsyona YE yan jî Banka Navendî zerar li wan kirine, karibin doza tazmînatê vekin.
Li gorî biryara dozek li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, êdî ferdên ku polîtîkayên Komîsyona YE yan jî Banka Navendî zerar li wan kirine, karibin doza tazmînatê vekin.
Di dema krîza sala 2013'an a Qibrisê de, hikûmeta Qibrisê biryar da ku kesên zêdeyî 100 hezar Euro pereyê xwe yê razandî li bankayê heye, divê pereyê berdêla vê yekê zêdetir bidin. Li ser vê yekê hin ferdên Qibrisî serî li Dîwana Edaletê ya Ewropayê dan û gotin, ku ew ji ber vê pêkanîna hikûmetê mexdûr bûne.
Dîwana Edaletê di biryara xwe ya li ser mijarê de îdîa kir ku ev biryara hikûmetê ji bo aramiya sîstema bankayê hatiye girtin û di vî warî de li 'berjewendiyên giştî yên cemaweriyê' tê.
Lê belê detayek di nava vê biryara dadgerên Dîwana Edaletê de cih girt, ji bo serlêdanên ji niha û pê ve dikare bibe mînak. Di biryarê de tê destnîşankirin, ku eger pêkanînên Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) an jî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) 'mafên bingehîn binpê bike', wê karibe 'tazmînat were dayîn'.
Pêkan e bi mîlyona mirovên li welatên Başûrê Ewropayê, ku ji ber polîtîkayên şidandina kemberê bêhn li wan çikiyan e, esas were girtin.