Juppe: Nîqaşên li Fransayê ber bi şerê navxweyî ve dibe
Wezîrê berê yê Karên Derve yê Fransayê û namzetê herî xurt ê hilbijartinên 2017’an Alaîn Juppe têkîldarî nîqaşên penaberan û terorîzmê yên li welêt didomin, hişyarî da.
Wezîrê berê yê Karên Derve yê Fransayê û namzetê herî xurt ê hilbijartinên 2017’an Alaîn Juppe têkîldarî nîqaşên penaberan û terorîzmê yên li welêt didomin, hişyarî da.
Juppe, anî ziman ku nîqaşên li ser ‘nasnameya Fransiz’ û ‘Îslamê’ têne kirin xeteriya şerê navxweyî dihewînin.
Juppe ji rojnameya Le Monde re axivî, îdîa kir ku li dijî lîderî rastgir ê tund Marîne Le Pen, namzetê herî xurt ew bi xwe ye, têkîldarî nîqaşên li ser nasnameya Fransiz jî hişyarî da. Juppe li beramberî gotinên Serokkomarê berê Nîcolas Sarkozy a “Piştî bû Fransiz, êdî bavên me Galyayî ne” nerazîbûn nîşan da, got nîqaşên li ser Îslam û Misilmanan jî di civakê de aloziyan çêdike.
Juppe îdîa kir ku piştî qetlîamên çeteyên DAÎŞ’ê gotina ‘Misilman’ dibe sedema hîsteriyek bê pîvan, got; “Eger wisa bidome, wê şerekî navxweyî çêbibe. Ez alîgirê aştiyek sivîl im.”