Doza 'destekirina terorîzmê' ya li dijî Google, Facebook û Twitterê dest pê kir

Mlbata Nohemî Gonzalez a DYA'yî ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 13'ê Mijdara 2015'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da, bi sûcdariya 'desteka materyal dane çeteyan' doz li Facebook, Twitter û Google'yê vekiribû. Vê dozê dest pê kir.

Xwendekara zanîngehê Nohemî Gonzalez a 23 salî, ku welatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bû, di êrîşa li bar a bi navê Le Carîllon a li Parîsê jiyana xwe ji dest da bû.

Malbata Gonzalez a li eyaleta Oaklanda a DYA dijî, serî li dadgeheke federal da û ji ber ku 'destûr dane hesabên medya civakî yên çeteyan' xwest, şîrketên medya civakî werin darizandin.

Di gilînameya dozê de, ku di meha Hezîranê de hat amadekirin û CBS Newsê weşand, tê îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi saya torên medya civakî yên mîna Google, Twitter û Facebookê belav bûne û li gelemperiya cîhanê êrîşan bi rêxistin dikin.

Bavê Nohemî Gonzalez Reynaldo Gonzalez da xuyakirin, ku şîrketên mezin ên medya civakî yên Amerîka, ji ber 'qezenca aborî' propagandayên çeteyan asteng nakin. Parêzera malbatê Keîth Altman jî destnîşan kir, ku van şîrketan li dijî çeteyan bi têrkerî tedbîr negirtine.

Li gorî qanûnên DYA, 'alîkariya materyal ji bo rêxistineke terorîst' weke sûcê giran tê dîtin. Ji bo cezakirin jî were kirin, divê ev sûc ji aliyê kes an jî saziyan ve bi 'zanebûn' hatibe kirin.