Serokdewletê berê yê Brezîlyayê wê were darizandin
Piştî ku Serokdewleta Brezîlyayê ya sosyalîst Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê hat girtin, gilînameya li ser serokdewletê berê Lûla da Sîlva jî ji aliyê hikûmetê ve hat qebûlkirin.
Piştî ku Serokdewleta Brezîlyayê ya sosyalîst Dîlma Roûsseff ji wezîfeyê hat girtin, gilînameya li ser serokdewletê berê Lûla da Sîlva jî ji aliyê hikûmetê ve hat qebûlkirin.
Lûla di dema desthilatdariya Partiya Karker (PT) navbera salên 2003-2010'an de wezîfeya serokdewletê dimeşand. Gilînameya di 14'ê Îlonê de der barê Lûla de hat amadekirin, ji aliyê dadger Sergîo Moro ve hat qebûlkirin.
Dadger îdîa kir, ku li gorî 'delîlên têrker' Lûla di dema wezîfeya xwe de, di berdêla îhaleyên şîrketa petrolê Petrobras de, ji şîrketa OAS a înşaet û avahiyê bertîl girtiye.
Dadger da xuyakirin, ku Lûla wê ji sûcdariyên bertîl û paqijkirina pereyê reş were darizandin.
Di gilînameya dozgeriyê de Lûla da Sîlva hat sûcdarkirin ku ji şîrketa OAS 3,7 mîlyon real (1,1 mîlyon dolar) bertîl standiye.
Di çarçoveya lêpirsîna Petrobasê de gelek rêveberên berê tên sûcdarkirin û tê îdîakirin, ku van rêveberan bi 2 mîlyar dolarî zerar li dewletê kirine.
Partiya Karker (PT) dozên li dijî Lûla û Roûsseff weke darbeya siyasî dibîne.