Parlamentoya Polonyayê qedexeya kurtajê qebûl kir
Tevî têkoşîna jinan a bi mehan û desteka bi sed hezaran îmzeyan jî li Polonyoya qanûna kurtajê hate qebûlkirin.
Tevî têkoşîna jinan a bi mehan û desteka bi sed hezaran îmzeyan jî li Polonyoya qanûna kurtajê hate qebûlkirin.
Pêşnûmeya nû ya tenê di bin xeteriya mirina dayikê de destûra kurtajê dide, li dijî 154 dengan bi dengên 267 parlamenteran ve hate qebûlkirin. Li welatê ku halîhazir li Yekîtiya Ewropayê (YE) xwedî qanûna kurtajê ya herî tund e, êdî wê tenê di bin talokeya mirinê de kurtaj bê kirin.
Li Polonyayê heta niha ji ber talokeya mirinê, rîska nexweşiyê, destavêtinê, têkîliyên ensest an jî şêwegirtina ne rast a fotusê destûra kurtajê dihate dayîn. Bi qanûna nû ve êdî kurtaj tenê di talokeya mirina dayikê de mimkûn e.
Li dijî qanûna kurtajê ku bi mehan e rojava welat girtibû û bi mîlyonan jinan protesto kirin, zêdetirî 500 hezar îmzeyan hatibûn berhevkirin.
Her wiha ji hêla însiyatîfek bi navê ‘Jinê Rizgar Bikin’ jî 215 hezar îmze hatibûn berhevkirin û hatibû xwestin ku heta hefteya 12’an a ducaniyê jî kurtaj mimkûn be. Lê, pêşniyara vê însiyatîfê di rûniştina yekem a Parlamentoyê de hatibû redkirin.