Wezîra Parastinê ya Elman Bexda û Hewlêrê ziyaret dike
Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Ûrsûla von der Leyen, ji bo Bexda û Hewlêrê ziyaret bike, duh êvarê hat Iraqê.
Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Ûrsûla von der Leyen, ji bo Bexda û Hewlêrê ziyaret bike, duh êvarê hat Iraqê.
Wezîra Parastinê ya Elman duh êvarê xwe gihand Bexdayê. Ji ber hinceta 'ewlekariyê' ev serdana von der Leyen heta kêliya dawî jî hat veşartin. Li gorî agahiyan Wezîra Parastinê wê tekildarî şerî li dijî DAIŞ'ê hin hevdîtinan bike û 140 leşkerên Elman ên li Hewlêrê ziyaret bike.
Von der Leyen li ser serdanê daxuyaniyek da û diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê yên li Iraqê bi giranî hatine qelskirin û li dora Mûsilê civiyan e. Von der Leyen îdîa kir ku encamên erênî yên têkoşîna li dijî çeteyan nîşan didin, ku stratejiya Elmanya ya 'perwerdekirina şervanên herêmî' rast e.
Elmanya, ku tevî desteka ji bo çeteyan jî ti helwestê li dijî Tirkiyeyê nîşan nade û Rojava ji nedîtî ve tê, çekan dide pêşmergeyên PDK'ê û wan perwerde dike, ku van pêşmergeyan Kurdên Êzidî li Şengalê di nava lepên hovîtiya DAIŞ'ê de hiştin. Li Başûrê Kurdistanê bi qasî 140 leşkerên Elman hene, ku perwerdeya leşkerî didin 10 hezar pêşmergeyan.